malonarie – Feministisches Streikkomitee Augsburg https://frauenstreikaux.blackblogs.org Feministisch leben! Gestern, Heute und Morgen Thu, 03 Mar 2022 20:33:33 +0000 krd hourly 1 https://wordpress.org/?v=5.7.1 https://frauenstreikaux.blackblogs.org/wp-content/uploads/sites/695/2021/04/cropped-logo-femstreik-32x32.png malonarie – Feministisches Streikkomitee Augsburg https://frauenstreikaux.blackblogs.org 32 32 Cihê lênêrînê! https://frauenstreikaux.blackblogs.org/krd/2022/02/28/1185/ Mon, 28 Feb 2022 21:40:00 +0000 http://frauenstreikaux.blackblogs.org/?p=1185 Continue reading "Cihê lênêrînê!"

]]>
Em 5’ê Adarê roja Şemiyê saet di navbera 11:00 – 22:00 de civîneke femînîst li dar dixin.

Komîteya Greva Femînîst dixwaze xebatên lênêrînê di qada giştî de cih bigire:  5’ê Adara 2022’an saet di 11:00 de wê li Rathausplatzê komxebat, axaftin û nîqaş bên lidarxistin ku girîngiya xebatên lênêrînê yên bi heq û bê heq û mijarên din ên femînîst bên ronîkirin.

Bi we re, em dixwazin cîhek lênêrînê ava bikin û xebata lênihêrînê, têkoşînên femînîst û gelê FINTA-yê diyar bikin.

Ji ber vê yekê em dixwazin di 5’ê Adarê de ji xwe re wextê veqetînin û bi hev re demeke xweş derbas bikin. Em dixwazin tevahiya rojê bi bernameyên femînîst û muzîkê Rathausplatz veguherînin cihekî xweş. Ji bîr nekin ku tiştên ku hûn hewce ne ku hûn xwe xweş û rehet hîs bikin: vexwarinên germ, kincên germ, betanî, termofor… Lê her weha pirtûk, amûr, lîstik an tiştên ku tê bîra we jî bînin.

Bername:
Sibeh: Çîrokên agahdarî
Piştî nîvro: Atolye
Û heta êvarê muzîk

Ji bo ku her kes xwe ewle hîs bike dê konsepta paqijiyê were sepandin. Firavîn û şîv dê ji hêla „Soliküche Knoblauchfahne“ ve wê bê belavkirin. Her wiha dê li zarokan bê nerîn.

Bi taybetî em we vedixwînin FINTA (Jin, Interseks-, Kesên Nebinary-, Trans- û Agender) (Rathausplatz) ku hûn atmosfera meydana şaredariyê hîs bikin û ger hûn bixwazin tevlê bibin.
]]>